1. derhênerekî japonî yê gellek bi nav û deng e. Hin filmên wî tên nasîn li her aliyê dinyayê. |
|
05.05.2014 20:23 |
xwelî li ser
|
2. yek ji derhênerê herî baş ê cîhanê ye. bi xwe samûrayek e. 32 fîlm derhênandiye. tenê 4 fîlmên wî di bin 7 pûanê imdbê de ye (ew jî ên nû derhênandine). wekî din fîlma wî shichinin no samurai di IMDBê de 8.7 pûan wergirtiye. Fîlma wî ya dreams an jî xewn(in) de weke pirtûkeke çîrokan amade bike ev fîlm derhênandiye. Pirraniya fîlmên wî dîrokî ne. |
|
30.11.2014 00:48 |
berxweda
|
3. ji ber ku malbata wî malbateke samûrayan e, ew jî dibe samûrayek. piştî hayao miyazakî, derhênerê duyemîn e ku ez herÎ pir jê hez dikim. pirtûkeke wî ya bi navê cama no abura heye. di vê pirtûkê de qala xwe û hûnerên xwe dike. fîlma xwe ya ewil (bnr: sugata sanshiro) dema li dinÊ şerekî dijwar diqewimî, kişandiye.(1943) lê em nikarin bêjin fîlmeke ewqasî serkeftî ye. lê dîsa jî digel fîlma wî ya ewil e mere dikare lê temaşe bike yanî ne fîlmeke xerab e. di fîlma xwe ya ewil de ew hesta xwe ya di hemû fîlmên xwe de dide me, dide. hesta başiyê.. di hemû fîlmên wî ji bo mirovahiyê peyameke taybet heye: baş bin hekena mirovahî dê li ber nebaşiyê here. mesela di fîlma ranê de li ser vÊ mijarê pir hatiye sekinîn. ji şanoya shakespera hatiye kişandin lê dîsa jî sedema hilbijartina vê şanoyê û vî şanogerî girîng e. ger ji pirtÛkekê an jî ji şanoyekê fîlmekÊ bikişîne, teqez li çanda japonyayÊ dîne û fîlmên xwe bi wî awayî dikişîne. mesela ran û kumonosu-jô her du jî ji şanoyên shakespeare hatiye kişandin. shakespeare li gor çanda ingîlistanê nivîsiye lê kurosawa çanda şanoyê wegerandiye japonî.. ka em werin fîlma wî ya efsaneû di heman demê de fîlma ku ez herî pir jê hezdikim: shichinin no samurai. di vê fîlma xwe de ez bawer im pir serê xwe êşandiye. ev jî weke hemû fÎlmên wî li ser samûrayan e lê ferqa wê ew e ku ev di heman demê de li ser erkên samûrayan û pirsgirêkên gel e. kurosawa ji bo ku van mijaran li baş bide fÊhm kirin ez bawerim pir xebitîye û fîlmeke wisa efsane kişandiye. fîlm sê saet e lê ji ber ku her tim bûyerek diqewime mirov jê aciz nabe.. em werin fîlmeke wî ya din a efsane: yojimbo. ev fîlma wî jî di nav fîlmên ku ez herî pi jê hez dikim, de ye.. dîsa samûray dîsa aksiyon û dîsa ji bo mirovahiyê hişyarî.. |
|
30.11.2014 14:30 |
mergehez
|
4. derhênerê ku navê wî dişibe navê jinan. li kuderê navê wî bibînim, qey dibêjim jin e* |
|
01.12.2014 10:47 |
nazim tolhildan
|
5. Fîlmê wî yê bi navê Ranê gelekî balkêş e. Bandora şanoya qral learê xwe bêtir nîşan dide. Lê berevajîyê şanoyê di dewsa keçan de lawên qrêl cî digirin. Her sahneyeke wê bi xwe dişibe tabloyekê. |
|
26.10.2021 22:04 ~23:09 |
dewbir
|
rûviyê zirav [1] |
|
nilipek [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
botantimes.com [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |